image

Şandeya hikûmeta Bexdayê ku derketibû rê, giha paytextê Kurdistanê Hewlêrê.

Hikûmeta Iraqê ji bo ku pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlêrê de çareser bike şandeyek rêkire Hewlêrê. Şande wê îro li Hewlêrê hinek temas û pêwndiyên xwe pêk bîne.

Şandeya maliyê ya Hikûmeta Iraqê ku di bin serokatiya Serokê Banqeya Navendî ya Iraqê Elî Alak de ye, duh êvarê bi rêya Balafirgeha Hewlêrê, giha paytextê Kurdistanê Hewlêrê. Hate diyarkirin ku şandeya Hikûmeta Iraqê û rayedarên Kurdistanê, îro ji bo ku gelek pirsgirêkên aborî nîqaş bikin, wê li hev rûnin.