image

PeyamaKurd – Şandeyeke bilind a Amerîkayê, bi serokatiya Berpirsê Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê yê Amerîkayê Brett McGurk, ligel hevserokên YNKê Lahor Şêx Cengî û Bafil Talebanî civînek pêk anî.

Li gor zanyariyan, piştî civînê ji aliyê Hevserokatiya YNKê ve daxuyaniyek hate dayîn û hat diyarkirin, wan li ser pêşketinên dawî yên siyasî, ewlehî û aborî yên li Iraq, Başûrê Kurdistan û herêmê axivîne.

Herwiha hat destnîşankirin, şandeya Amerîkî aniye ziman ew ê di warê ewlehî û aramiyê de piştgiriya xwe ya bi Başûrê Kurdistan û Iraqê re berdewam bike.

Beriya hefteyekê, serokê Amerîkayê Joe Biden dabû zanîn, ew ê şandeyeke bilind bişîne Rojhilata Navîn û serdana hejmarek welat bike.