image

PeyamaKurd - Piştî ku qedexeya firînê li ser balafirgehên Kurdistanê hat rakirin dê sefera pêşî ji Îranê bo Hewlêrê were kirin.

Li gor agahiyên ku hatin wergirtin balafira Balyozê  Îranê yê berê li Bexdayê Hesen Danayîfer û heyeteke pê re dê îro bigihên Hewlêra paytextê Kurdistanê.

Berî bi du rojan hatibû ragihandin ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Îbadî qedexeya li ser balafirgehên Herêma Kurdistanê rakiriye. Qedexe di 29ê Îlona 2017an de piştî referandûma serxwebûnê dest pê kiribû.