image

PeyamaKurd – Senatorên Kongreya Amerîkayê ji bo rêveberiya Amerîka nehêle balafirên F-16 li şûna balafirên F-35 ku Tirkiye ji bernameya wê hatiye derxistin, nefiroşin Tirkiyê nameyek ji Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken re nivîsandin.

Senatoran di nameyê de bang li Blinken kir ku li dijî firotina balafirên nû û temîrkirina balafirên berê yên F-16 bo Tirkiyê derkeve.

Herwiha di nameyê de hat diyarkirin, “Nabe ku Amerîka rê bide rêveberiya Erdogan daku yasayên Amerîkayê binpê bike û ji bo binpêkirina standardên NATOyê jî ji hesabdayînê xwe birevîne.”

Hêjayî gotinê ye, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, piştî cezayên Amerîkayê yên ji bo kirîna S-400ên rûsî hatibûn sepandin, dabû xuyakirin ku ew dixwazin li şûna F-35ên ji bernameya wê hatine derxistin, F-16an ji Amerîkayê bikirin û herwiha gotibû, ew dê beşek din ji S-400an jî ji Rûsyayê bikirin.