
PeyamaKurd – Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê di derbarê 12 barojên parêzaran de lêpirsînê da destpêkirin. Sedem jî di dema artêşa Tirkiyê (TSK) di 20 ê meha 11an ya 2022an de operasyonê kir ser Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê, 12 baro daxwyaniyekî hevpar dabûn û tê de gotibûn ku operasyon zerarê dide zemîna aştiyê. Baroyên ku serdozgeriya Diyarbekirê di derbarê wan de lêpirsîn daye destpêkirin, baroyên Kurdistnanê yên bajarên Agirî, Batman, Bîngol, Dêrsim, Diyarbekir, Hakkarî, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Riha, Şirnex û Wanê ne.
Mijara ku baroyan pê tewanbar dikin, goya ‘milletê Tirk, dewleta komara Tirkiyê, dezge û saziyên dewletê kêm xistine’ ne.
Li ser mijarê serokê baroya Diyarbekirê Nahit Eren ji bo BBC yê axifî û got ku wezareta dadê îznê bide, dikarin îfadê serokê baroyan bigrin. Eren weha got:
“Pirsgirêka Kurd dixwaqzin bi polîtîkayên ewlehiyê çareser bikin û xebatên aştiyane bi lêpirsînên weha encam didin. Berê jî gelek caran di derbarê baroya me de lêpirsîn hatin kirin. Lêpirsînên ku dikin, ji siyaseta dewletê ya di van rojan de cuda nîne. Vê carê lêpirsînê tenê li ser navê min dane destpêkirin.”