image

PeyamaKurd - Endamê Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Ednan Muftî li ser îdiayên ku navê wî bo posta serokomariya Iraqê derbas dibe got, wî daxwaza posta serokkomariya Iraqê nekiriye û ji wê postê jî hez nake.

Ednan Muftî derbarê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û helwesta aliyên kurd li Bexdayê ji BasNewsê re daye xuyakirin, ew aliyên siyasî yên beşdarî hilbijartinên parlementoya Iraqê bûne û kursî mîsoger kirine pêwîste li ser pirsa kurd di nava parlementoyê de yekdeng û yekhelwest bin beramber daxwazên xelkê û cîbecîkiirna madeya 140 û dabînkirina pêwîstiyên xelkê Kurdistanê

Ednan Muftî daye zanîn, PDK û aliyên din ê siyasî yên kurd di nava xwe de çend yekgirtî bin, ew dikarin li Bexdayê bergiriyê li mafên gelê Kurdistanê bikin û xizmeta xelkê Kurdistanê bikin.

Li ser îdîayên ku wê YNK Ednan Muftî ji bo posta Serokokmariya Iraqê bike berbijêr jî Ednan Muftî got: “Niha ew posta yekalî nebûye ku wê posta serokomariya Iraqê ji bo YNKê be yan jî ji bo PDKê be. Tê îddîakirin ku goya wê YNK min ji bo posta serokkomariyê bike berbijêr ew îddîa rast nînin. Çunke ne min daxwaza wê postê kiriye û ne jî ji wê postê hez dikim.”