.jpg)
PeyamaKurd – Serkonsula Îngîltere ya li bajarê Hewlêr a Herêma Kurdistanê Rosie Cave bi sedema îxrackirina hinarên Kurdistanê ya ji bo welatên Kendavê pîrozbahiya serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û hukumeta wî kir.
Balyoza Brîtanyayê ya Herêma Kurdistanê Rosie Cave hevpeyvînekî bi K24 ê re kir û li gor agahiyan, dê hevpeyvîn hefta pêşiya me bê weşandin. Di hevpeyvînê de behsa ewlehiyê, perwerdê û aboriyê hene û her weha behsa pêwendiyên di navbera Hewlêr û Londrayê de hene. Cave, hevpeyvîna xwe cara yekeme ku bi medya Kurdî re dike û weha got:
“Bi sedema ku hinarên Kurdistanê îxracê welatên Kendavê dikin, ez serokwezîr Mesrûr Barzanî û hukumeta wî pîroz dikim. Ji bo berhemên Kurdistanê bişînin Îngîltere em bi hukumeta Kurdistanê re di nav têkiliyan de ne. Em hewl didin da rêkî bibînin ku berhemên Kurdistanê bifroşin bazara Îngîltere.”
Serokwezîr Barzanî berê mijara îxracata hinarên Kurdistanê ji bo welatên Kendavê ragihandibû û pê re gotibû ku di wexta pêşiya me de wê hêjîr, tirî, sêv û hingivê Kurdistanê we bişînin derveyê welat.