image

PeyamaKurd- Li seranserê Kurdistanê berf û serma jiyana Kurdistanê tengav dike û dibe sedemên astengiyan. Li ser serma zêde û berfa zêde ku ew jî dibe sedema sermayê û girtina rêyan, îro li bajarê Duhokê, Hewlêr û Silêmaniyê dewama daîreyên fermî hatin betalkirin. Her weha li Silêmaniyê û Helebçeyê dibistan tev hatin tatîlkirin.

Li bajarê Duhokê pileya germê ket (-9) dereceyan û li nahiya Kanîmasî ket (-17) dereceyan. Parêzgeha Duhokê û bi rêvebiriya elektrîkê re hewl didin ku elektrîkê qut nebe. Gelek xanî bo germkirina malan pêdiviya wan bi elektrîkê heye ji ber ku xwe bi elektrîkê germ dikin.

Rêyên Duhokê bo deverên din ji berfê hatine girtin tenha rêyên sereke vekirîne ku ew jî eger erebe 4x4 nînbe û zîncîrkirî nebe, nikarin di wan rêyan de herin. Lewra gelek qezayên trafîkê jî heya niha rûdane.