image

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji Ofîsa Serok Barzanî hatin ragihandin, Serok Mesûd Barzanî îro pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê Iraqê û şanda ligel wî kir. Hat diyarkirin ku di civînê de hem li ser rewşa siyasî hem li ser rewşa emnî nirxandin hatine kirin.

Hat ragihandin ku Serok Mesûd Barzanî, Balyozê Brîtanyayê yê Iraqê Mark Bryson-Richardson û şanda dîplomatîk a ligel wî pêşwazî kir û di hevdîtina hat kirin de li ser siyaseta giştî û herêmî, guftûgo hatin kirin.

Di agahiyên hatin parvekirin de hat zanîn ku piştî nirxandinên siyasî û herêmî, Balyozê Brîtanyayê yê Iraqê kêfxweşiya xwe ji ber pêngavên aliyên siyasî yên ji bo gotûbêj û gihîştina çareseriya guncav û hevbeş haniye zimên.

Hat zanîn ku Serok Barzanî tekezî li ser wê yekê kir ku berjewendiya gelê Kurdistanê, di ser hemû berjewendiyên din de ye û divê hilbijatinên Herêma Kurdistanê bi rê ve biçin û tu mijar û hinceteke din, ji bo paşxistina hilbijartinan nayê qebûlkirin.

Li gorî hat ragihandin, di civînê de li ser çaksaziyên Wezareta Pêşmerge dan û stendina fikir û ramanan gotûbêj hatiye kirin û tekezî li ser wê yekê hatiye kirin ku divê birêxistin, nûkirin û çaksaziya di nav rêzên hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê de ligel prensîp, moral û serweriyên Pêşmerge hevta be.

Hat ragihandin ku astengiyên li pêş pêwendiyên navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal a Iraqê jî di hevdîtinê de hatine nirxandin.