image

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ji aliyê Ofîsa Serok Barzanî ve hatin ragihandin, Serok Barzanî îro nûnerên parêzgeha Nînowayê yên li Parlamentoya Iraqê qebûl kir.

Di agahiyên hatin ragihandin de hat destnîşankirin ku Serok Mesûd Barzanî, pêşwaziya şanda nûnerên Nînowayê yên li Parlamentoya Iraqê kir û hat diyarkirin ku di hevdîtina hatiye kirin de li ser pêşhatên siyasî nirxandin hatine kirin.

Her wiha hat eşkerekirin ku di vê hevdîtinê de rewşa siyasî ya Deşta Nînowayê û rewşa giştî ya siyaseta Iraqê jî ji mijarên ku hatine axaftin bûne.