image

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li şanda bi seroktiya Dr. Kinyaz Îbrahîm Mîrzayov ya Federasyona Navdewletî ya Kurdên Welatên Sovyeta Berê kir.

Serok Mesûd Barzanî di hevdîtinê de destnîşan kir, Kurdên Sovyeta berê beşeke giranbiha ezîz yên xelkê Kurdistanê ne.

Di hevdîtinê de şanda mêvan pîrozbahiya hilbijartina Nêçîrvan Barzanî wekî Serokê nû yê Herêma Kurdistanê li Serok Barzanî kir û spasî li Serok Barzanî kirin ku bi navê parastina gelê Kurdistanê  xwedî xebat û kedeke dûr û dirêj a Pêşmergayetiya rêzdar e.

Şanda Kurdên Sovyeta Berê herwiha Serok Barzanî bi cihê hêviya her Kurdekî li cîhanê wesif kir û daxwaz kirin ku peywendiyên wan yê di navbera Herêma Kurdistan û Kurdên Rûsya û Asyaya Navîn û Kurdên derveyî Kurdistanê bihêztir bibin.

Serok Barzanî spasî li şanda mêvan kir û ragihand, Kurdên welatên Sovyeta berê beşekî ezîz ê gelê Kurdistanê ne û wan pêgeh û girîngiyeke taybet ji bo Herêma Kurdistanê heye.

Ji bilî balkişandina li ser dîroka pir bi êş ya gelê Kurd Serok Barzanî da zanîn ku ew azadî û pêşveçûna niha li Herêma Kurdistanê heye berhema xweragiriya xelk û qehremaniya hêza Pêşmergeyên Kurdistanê ye.