image

PeyamaKurd – Serok Barzanî got, di sala 2002an de şandeke CIA bi wî re hevdîtin pêk anîbû û ragihandibû ku wê rejîma Beas bi serokatiya Sedam Husên were rûxandin.

Serok Mesûd Barzanî ji rojnameya Sarkul Avsat re axivî û diyar kir, di Nîsana 2002an de şandek bi serokatiya Alîkarê Wezîrê Derve yê wê demê yê Amerîkayê Ryan Crocker serdana wî kir û got,

“Şandê ji min re diyar kir, Amerîka li ser rejîma Seddam çi difikire. Roja 14ê heman mehê pêşniyara me kirin ku em ligel Mam Celal serdana Washingtonê bikin. Şandeyê bal kişand ser girîngiya yekitiya Kurdan û kêfxweşiya xwe ya li hember tiştên ku bi dest ketine nîşan dan.”

Serok Barzanî di bersivê de got, Kurd piştevaniya her proseyeke ku ji bo avakirina Iraqeke demokratîk, federal û berfireh be. Em ji Amerîkayê temînatê dixwazin ku pêşeroja miletê me garantî ye. Waşîngton dikare welatên cîran jî agahdar bike ku em gefê li kesî naxwin."

Roja 15ê Nîsanê Serok Barzanî li gel Mesrûr Barzanî û Hoşyar Zêbarî bi balafireke taybet diçe bajarê Frankfurtê yê Almanyayê û ligel Amerîkîyên li benda wî ne dicive. Şanda Kurdî ji Celal Talebanî, kurê wî Bafil Talebanî û Berhem Salih pêk dihat. Heyeta ku ji wir diçe Amerîkayê li eyaleta Virginia li mêvanxaneyekê dimîne. Li vir civîneke girîng tê lidarxistin. Şanda Amerîkî ji Cîgirê Rêveberê CIA John McLaughlin, Cîgirê Şêwirmendê Ewlekariya Netewî Wayne A. Downing û Cîgirê Wezîrê Derve Ryan Crocker pêk dihat. Vê yekê nîşan da ku hevdîtin di bin koordînasyona Qesra Spî, îstixbarat û karên derve de pêk hatiye.

Şanda Amerîkayê diyar kir, di civînê de biryara rûxandina rejîma Seddam hatiye dayîn û ji bo vê yekê poşman nabe, heyeta Amerîkayê bi îmzekirina biryara “Amerîka biryara derxistina Seddam ji desthilatdariyê daye” cidiyeta xwe nîşan da. Digotin "divê Kurd mafên xwe bi dest bixin".

Herwiha hat gotin, Amerîka sîstema federalî li Iraqê qebûl kiriye û rê nade tu destêwerdaneke derve ji ber ku Amerîka hêviyeke mezin bi rola Kurdan di kombûna opozîsyona Iraqê de hiştiye.

Şanda Kurdî got, “Em ê hemû hewlên xwe ji bo guhertina rejîma Iraqê û pêkanîna armanca demokrasî û federalîzmê li Kurdistanê bikin. Ji bo yekitiya opozîsyonê em ê her gava pêwîst bavêjin.”

Dema Serok Barzanî û şanda pê re ji Frankfurtê derbasî Parîsê dibin, rayedarên Fransî piştrast in ku Amerîka biryara dawî li ser rûxandina Sedam Husên daye. Ji ber vê yekê pirs li ser piştî Saddam bûn. Serok Barzanî dibêje, ew ê bi şêwirîna li gel opozisyona Iraqê vê encamê bi dest bixin û di sîstema nû de divê demokrasî, federalî û garantîkirina mafên hemû pêkhateyan pêk were.

Rawestgeha din a heyetê piştî Parîsê Şama paytexta Sûriyê ye. Serok Barzanî di wê baweriyê de ye ku pêwendiyên bi vî welatî re di serdema serokê berê yê Sûriyê Hafiz Esed de, Kurd girêdayî şêwirkirina bi rêveberiya Beşar Esed bûn. Serok Barzanî got: “Piştî ku me behsa rewşa giştî ya herêmê kir, me pirsa îhtimala rûxandina rejîma Iraqê kir. Wan ji min re ragihandin, biryara dawîn hatiye dayîn û min hest pê kir ku ev yek ew jî kêfxweş kirin."

Serok Barzanî herwiha got, dema ez li Sûriyê bûm, min ji wan re ragihand, tu planek ji bo parçekirina Iraqê nîne û destêwerdaneke derve jî nabe. Di derbarê dema rûxandina rejîma Iraqê de jî gotin ku tenê Amerîkiyan dixwazin. "Cîgirê Serokê Sûriyê bi dilniyarî diaxivî ku Amerîka destwerdana leşkerî li Iraqê nake û ew amade bû li ser wê yekê têkeve behîsê."