image

PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî; nivîskar, helbestvan û rewşenbîrê Kurd Jan Dost li meqamê xwe ezimand.

Serok Mesûd Barzanî di hevdîtinê de got ku her careke ku azadiya me ketiye xeterê de, rewşenbîrên me yên welatparêz bi dehan salan têkoşîn kirine û bi xêra keda wan ziman û çanda Kurdî ji tunebûnê xilas bûye. Ji ber kar û xebatên Jan Dost yên li ser Edebiyata Kurdî, ez wî pîroz dikim.

Rewşenbîrê Kurd Jan Dost jî got ku bi hevdîtina Serok Barzanî ez pir keyfxweş im. Hemî gelê Kurdistanê hêviyên xwe bi Serok Barzanî ve girêdane.