image

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro Yekşemê pêşwazî li musteşarê asayişa niştimanî ya Iraqê Qasim Eirecî kir.

Serok Barzanî îro 9ê Gulanê li Pîrmam pêşwazî şandeke Iraqî ya bi serokatiya musteşarê asayişa niştimanî ya Iraqê Qasim Eirecî kir.

Di civînê de behsa metirsiyên DAIŞê li deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê û xetên temasê di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de hat kirin.

Di civînê de têkestî li ser hemahengî û karên hevbeş di navbera Pêşmerge û hêzên Iraqî de bo rûbirûbûna terorîstan hat kirin û li ser nehîştina astengî û arîşeyên li hember hemahengiyê jî hat axaftin.

Di beşeka din ya civînê de pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Bexdayê û rewşa Şingalê jî hat axaftin.