image

PeyamaKurdSerok Mesûd Barzanî ji ber koça dawî ya hevjîna Senan Qesab Axa peyamek belav kir û tê de sersaxiyê li wan kir.

Li gor zanyariyan, Serok Barzanî do roja Sêşemê 06. 12.2022ê di peyameke hevxemiya xwe de ji bo Senan Qesab Axa peyameke sersaxiyê belav kir û tê de got: “Bi xem û xemeke mezin agahiya koça dawî ya hevjîna we, xanima Feyze Ebdulcebar gihîşt me. Serxweşiya xwe arasteyî we birêzan û malbat û xizmên we dikim û xwe hevbeşê xema we dizanim.”

Herwiha Serok Barzanî eşkere kir: “Ez ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku giyanê hevjîna we ya nemir bi bihiştê şad bike û sebr û aramiyê bide her kesî.”