image

PeyamaKurd- Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî peyamek bo xelkê Basrayê da û ragihand ku ew piştevaniya xelkê bajêr dikin û daxwaza rêzgirtina li mafên wan dikin. Ev çend roje ku li bajarê Basrayê xwepêşandan hene û doza mafên xwe yên suriştî dikin.

Barzanî di peyama xwe de sersaxî bo malbatên ku cangoriyên wan hene da û bo birîndaran jî başbûnê xwest. Barzanî di dewama peyama xwe de weha got:

“ Gelek ecêbe ku li bajarê herî dewlemend yê cîhanê ava vexwarinê nebe, nexweşîn belav bibe û nabe ku xêzanî û bêparî tê de hebe. Mafê xelkê vî bajariye ku di nav jiyaneka hêja de bijîn.”

Barzanî dîroka xelkê Basrayê bibîr anî ku çawa di dema xelkê Barzaniyan ji Sowyeta berê,di sala 1959an de, di ser Basrayê de dageriyabûn welatê xwe û ji aliyê xelkê Basrayê de bi dilovanî û kêfxweşî hatibûn pêşîwazîkirin.

Barzanî her weha ragihand ku ew amade ne bo alîkariya xelkê bajarê Basrayê bikin.