image

PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser hilbijartina Iraqê ya pêşwext got ku divê herkes ji îrada xelkê re rêz bigre. Barzanî li ser seredana nûnera taybet ya sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî Jeanine Hennis-Plasschaert mijarê ragihand. Di hevdîtinê de behsa pêşdeçûnên li herêmê û hilbijartinên pêşwext yên Iraqê kirin.

Serok Barzanî bi sedema desteka di pêvajoya hilbijartinê de, sipasiya Neteweyên Yekgirtî, Yekîtiya Awrûpayê û civaka navdewletî kir. Barzanî pêvajoya hilbijartinê ‘paqij û serkeftî’ binav kir.

Serok Barzanî got ku encamên ji aliyê komisyona hilbijartinê de hatine ragihandin encama îrada xelkê ye û her cûre zora bidin ser komîsyonê, wê pirsgirêkê kûrtir bike û divê li îrada xelkê rêz bêgirtin.