image

PeyamaKurd- Yekîtiya Jinên Kurdistanê ku di sala 1952an de hatibû damezrandin, xebatên xwe yên nav xelkê her dem dewam dike. Di demên dijwar de barên gelek giran dikeve ser milên jinên Kurdistanê û rêxistina wan. Her weha heya ji dest tê bi rêk û pêk kongreya xwe jî dikin.

Îro li payîtexta herêma Kurdistanê li Hewlêrê 8 emîn kongreya jinên Kurdistanê destpêkir. Berya kongreyê serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî  bi gelek jin û kesên diyar re, tevlî pêşengeheka ku ji aliyê yekîtiya jinan de hatibû amadekirin, bû. Di pêşangehê de gelek berhemên jinan ji tabloyan heya poster û berhemên destî yên ku di pêvajoyên cuda de hatibûn amadekirin, hebûn.

Jinên Kurd di her pêvajoyê de tevlî têkoşîna doza Kurd bûne. Ev 100 sale ku bi rêxistin tevdigerin. Niha jî kongreya Jinên Kurdistanê li Hewlêrê birêve diçe.