image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Seroka Macaristanê (Hungary) Katalin Novak sibe Înê 9ê Kanûnê serdana Herêma Kurdistanê dike ev yekem serdana serokekî Macaristanê bo Kurdistanê ye.

Malpera Daily News a Macaristanê eşkere kir, sibe roja Înê Seroka Macaristanê Katalin Novak serdana Iraqê dike û diçe serdana leşkerên welatê xwe yên li Kurdistanê.

Herwiha Novan wê projeyên mirovî yên bi serperiştiya bernameya alîkariyê ya Macaristanê têne bicihkirin jî ji nêzîk ve bişopîne.

Tê çaverêkirin ku Seroka Macar ji aliyê rayedarên payebilind ên Herêma Kurdistanê ve were pêşwazî kirin.

Seroka Macaristanê piştî serdana Serokê Fransayê Emnanuel Macron serdana duyem a serokên cîhanê bo Herêma Kurdistanê ye,

Katalin Novak a 44 salî, 10ê Gulana 2022yan wek yekem jin di dîroka Macaristanê de bûye serokomar ku seroka herî ciwan a welatê xwe ye.