image

PeyamaKurd - Serokatiya Herêma Kurdistanê daxwaza vekirina rûpeleke nû ji aliyên siyasî yên Kurdistanê kir.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dilşad Şahab ​​ragihand: “Em bi navê Serokatiya Herêma Kurdistanê bang li hemû aliyan dikin ku rûpeleke nû vekin.”

Peyama Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li ser rûpela fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê ya Facebookê hate belavkirin û ji aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê hate xwestin ku ji bo yekgirtin û çareserkirina kêşeyan rûpeleke nû vekin.

Hêjayî gotinê ye, Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê roja 30yê Gulanê biryar da ku dirêjkirina temenê Parlamentoya Herêma Kurdistanê ji bo sala pêncemîn, ne yasayî ye û gotibû, hemû biryarên Serokatiya Herêma Kurdistanê û parlamentoya Kurdistanê yên piştî bidawîbûna çar salên parlamentoyê derketine, pûç in.

Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed jî li ser vê biryarê daxwaz ji hemû alî û welatiyên Herêma Kurdistanê kiribû ku ji bo encamdana hilbijartinên paqij û dadperwerane bibin alîkar.

Herwiha PDKê bang li hikûmet û saziyên pêwendîdar kir ku ji bo serxistina vê proseyê, gavên pêwîst bavêjin ku ji bo PDKê ya girîng lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ye.