image

PeyamaKurd – Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser belavoka G7an ya di derbarê Iraq û Herêma Kurdistanê daxwuyaniyekî da û got:

“Pêşmerge jî di nava wan de, pêdiviya hêzên ewlehiya Iraqê bo têkoşîna li hemberê IŞİD ê, bi desteka Amerîka û hêzên koalîsyona navdewletî heye.”

Balyozxana Îngîltere ya li Iraqê di babeta zîrwe ya G7 an de ya li Îngîltere di 11-13 ê hezîranê de hat kirin, li ser belavoka encama zîrweyê peyamekî belav kir.

"Sipasiya Pêşmerge û Artêşa Iraqê"

Di peyamê de hat gotin ku welatên G7 an Îngîltere, Amerîka, Fransa, Almanya, Îtalya, Japonya û Kanada desteka xwe bo serweriya Iraqê û serxwebûna wê dubare ragihandine û giringiyê didin hilbijartinên Iraqê ku ji aliyê çavdêrên navdewletî de bê şopandin.

Di beyanê de hat ragihandin ku welatên G7 an hêzên Pêşmerge jî di nav de hêzên ewlehiyê yên Iraqê û hukumeta Iraqê li hemberê IŞİD ê bi serbilindî têkoşiyane û wan teqdîr dikin û girînge ku Iraqî tevlî hilbijartinan bibin.

“Em ji belavoka G7 an zahf razîne”

Serokatiya Herêma Kurdistanê di ser hesabê xwe yê Twitterê de, li ser belavoka encama zîrwe ya G7 an razîbûna xwe diyar kir. Serokatiya Herêma Kurdistanê weha got:

“Em belavoka G7 an bi rizamendî pêşwaziya beşa di babeta Iraqê de dikin. “Pêşmerge jî di nava wan de, pêdiviya hêzên ewlehiya Iraqê bo têkoşîna li hemberê IŞİD ê, bi desteka Amerîka û hêzên koalîsyona navdewletî heye.

Tevlîbûna daîmî ya civaka navdewletî, bo alîkariyê bide heremên rizgarkirî û wan bigihîne îstîqrarê, bo bicîhanîna hilbijartinên serebest û adilane, xwediyê girîngiyeka krîtîk e.”