image

PeyamaKurd - Serokê Dewleta Filistînê Mehmûd Ebas ji bo hevdîtinên fermî serdana Bexdayê kir.

Mehmûd Ebbas li Bexdayê ji aliyê Wezîrê Plansaziya Iraqê Nurî Dilemî, Balyozê Iraqê yê Urdin û Filistînê Safiye Suheyl û balyozê Filistînê li Bexdayê Ehmed Aqil ve hate pêşwazîkirin.

Hat diyarkirin ku serokê Filistînê Mehmûd Ebas bi Serokwezîrê Îraqê Adil Evdilmehdî re jî hevdîtinek pêkaniye û di hevdîtinê de rûdanên dawî yên li herêmê hatine gotûbêjkirin.

Hewiha tê çaverêkirin ku Ebas bi Serokomar Berhme Salih re jî hevdîtinekê pêk bîne.