image

PeyamaKurd Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro Duşemê 17ê Çileya 2022an li Hewlêrê, bi Wezîrê Karên Derve yê Lîtwanyayê Gabrielius Landsbergis re civiya.

Wezîrê Karên Derve yê Lîtwanyayê do êvarî Yekşemê, piştî serdana xwe ya Bexdayê, gihîştibû Herêma Kurdistanê û li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Karên Derve ya Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ve hatibû pêşwazîkirin.

Gabrielius Landsbergis herwiha îro wê li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî bicive.

Wezîrê Karên Derve yê Lîtwanyayê berî ku serdana Hewlêrê bike, roja Yekşemê serdana Bexdayê kiribû li wê derê bi Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Husên û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî re civiyabû.