image

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji aliyê Serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatin ragihandin, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro pêşwaziya Balyoza Swêdê ya Iraqê kir.

Di daxuyaniya ku hat dayîn de li ser hevdîtinê hat diyarkirin ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî, îro ligel li Balyoza Swêdê ya Iraqê Jessica Svardstrom û şanda ligel wê civiya.

Hat diyarkirin ku di hevdîtinê de li ser rewşa giştî ya Iraqê û bi pêşxistina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Swêdê nirxandin hatine kirin.

Hat diyarkirin ku Serokwezîr Barzanî, di derbarê pêwendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de jî axivî û Serokwezîr Barzanî û Balyoza Swêdê tekezî li ser giringî û pêwîstiya rêzgirtina li rêkeftinên di navbera herdu aliyan de û dabînkirina mafên darayî û destûrî yên Herêma Kurdistanê kir.

Her wiha hat destnîşankirin ku rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê û girîngiya lidarxistina hilbijartinên Parlamentoyê jî hat gotûbêjkirin.

Li gorî hat ragihandin, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di vê derbarê de diyar kir ku divê hilbijartin îsal di dema xwe de bên kirin.

Li ser nirxandinên Balyoza Swêdê Jessica Svardstrom jî hat ragihandin ku wê gotiye tevî pirsgirêk û astengiyan jî bi kêfxweşî proseya avedankirin û geşepêdana Herêma Kurdistanê û Hewlêrê bi taybetî berdewam e.

Her wiha hat diyarkirin ku bi taybetî li ser bipêşxistina rewşa jinan a li Kurdistanê û girîngiya dabînkirina derfetên wekhev a ji bo jinan a di warên curbecur de jî guftûgo hatiye kirin.