PeyamaKurd- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, beşdarî merasîma vekirina otêla Hyatt Regency û Gulan Mall a li Hewlêrê bû. Serokwezîr di axaftina vekirinê de da zanîn ku ew ê destûrê nedin ku tu kes rê li pêşiya bipêşketina Herêma Kurdistanê bigire.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî, di axaftina vekirinê ya merasîmê de wiha axivî:
“Herêma Kurdistanê, ber bi pêş ve diçe û aboriya wê gavên cidî dihavêje. Em hêvîdar in ku bibe mînakeke serkeftî ya geşepêdana aboriyê. Cihê şanaziyê ye ku ev herdu piroje di vê astê pêşkeftî de hatine encamdan.”
Serokwezîr Barzanî, di axaftina xwe de bal kişand ser bandora terora IŞÎDê ya li ser paşxistina projeyan û got,
“Lê dema min bihîst ku xebatên li ser van projeyan berdewam in, wekî tehedayekê bû li hember hêzên reş ên terorê ku çawa Pêşmerge li eniya pêş şerê IŞÎDê dikirin, her wiha veberhêneran jî li Kurdistanê projeyên xwe ci bi cî dikirin.”
Serokwezîr tekez kir jî ku ew rê nadin tu kesekê ku rêya bipêşketinê li Kurdistanê bigirin û got,
"Me li Hikûmeta Herêma Kurdistanê soz daye ku em ê alîkariya sektora taybet bikin, ji bo ku hikûmet di warê giştî û taybetî de bêhtir xizmetguzariyan pêşkêşî welatiyên Herêma kurdistanê bike.”
Serokê hikûmetê, di derbarê projeyan de diyar kir ku veberhênan dê rê li ber hanîna geştiyaran vebike û dê alîkarîya vejandina aboriya Herêma Kurdistanê bikin û derfetên kar ji xelkê Kurdistanê re berdest bikin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê da zanîn ku dema ku hikûmet hêsankariyê bi berhemhêneran û kompanyayan re bike, bi awayekî ne rasterast derfetên kar ji welatiyên Herêma Kurdistanê re peyda dibin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî bang li balyozên welatan kir ku piştî dîtina projeyên wiha kompanyayên welatên xwe han bidin da ku bên û veberhênanê li Kurdistanê bikin û diyar kir ku hêviyên wan yên mezin hene ku Kurdistan ne tenê ji bo gelê Kurdistanê, ji bo Iraq û navçeyê jî bibe mînakeke serkeftî ya vejandina aboriyê.