image

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Duşemê li Hewlêrê beşdarî merasîma bîranina jidayikbûna Pêxemberê Îslamê Hz. Muhammed bû.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî beşdarî merasîma bîranina jidayikbûna Pêxemberê Îslamê bû û serdana mizgefta Şêxê Çolî li bajarê Hewlêrê kir ku salane merasîma taybet a bi bîranîna mewlûda Pêxember li tê kirin.

Serokwezîrê Barzanî piştî beşdariya merasîma mewlûdê xweşhaliya xwe nîşan da û li ser hesabê xwe yê twitterê wiha got:

“Îro xweşhal bûm ku min li mizgefta Şêxê Çolî li bajarê Hewlêrê beşdarî li merasîma bîranîna jidayikbûna Pêxemberê Îslamê Mihemed (silavên Xwedê lê be) kir.”