image

PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro ligel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî hevdîtinek kir. Li gorî agahiyên li ser hevdîtinê hatin parvekirin, di hevdîtinê de tekezî li ser çareseriya pirsan hatiye kirin.

Di pêşwaziya ku Serokwezîr Barzanî li Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî kir de hat ragihandin ku di derbarê pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de nirxandin hatine kirin.

Hat zanîn ku di hevdîtinê de tekezî li ser pêwîstiya berdewambûna guftûgoyan a bi armanca derbaskirina astengiyan jî hatiye kirin.

Di dewama agahiyan de hat ragihandin ku hinek mijarên taybet ên li ser jiyana welatiyên Herêma Kurdistanê jî hatine guftûgokirin û herdu alî li ser vê yekê wekî hev fikirîne ku pêwîstî bi berjewendiya welatiyan, bi hemû pêkhateyan û mafên wan ên destûrî heye.

Di dawiya hevdîtinê de jî hatiye destnîşankirin ku tekezî li ser pêwîstiya berdewambûna civînên hevbeş heye ku bi awayekî cidî ligel hemû dosyeyan û peydakirina şert û mercên baş guftûgoyên sûdewar bên kirin û pirsgirêkên heyî di çarçoveya destûrê de bên çareserkirin.