image

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, salvegera damezirandina Tevgera Goranê li rêkxerê giştî yê Goranê Umer Seyîd Elî pîroz kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi helkefta 12 saliya damezirandina bizava Gorrn peyameke pîrozahiyê pêşkeşî kordînatorê giştî yê Goranê Umer Seyîd Elî kir.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de wiha got:

Birêz Umerê Seyîd Elî, kordînatorê giştî yê bizava Gorran,

Bi helkefta 12 saliya damezirandina bizava Gorran û beşdarbûn di piroseya siyasî ya Herêma Kurdistanê de, germtirîn pîrozbahiyan li we û hemû endam û alîgirên bizava Gorran dikim û hêviya serkeftinê bo we dixwazim.

Ez hêvîdar im ev salvager bibe wesîleya pêşxistina zêdetir ya pêwendiyên Gorran wek şirîkeka girîng ya kabîneya nehem bi hemû alî û şirîkên din yên hikûmetê da ku hikûmeta Herêma Kurdistanê bikaribe bi rengekî baştir û hêjatir karnameya xwe ya çaksaziyê bicîh bîne û xizmeteka baştir pêşkêşî welatiyên Herêma Kurdistanê bike.

Her şad û serkeftî bin

Mesrûr Barzanî

Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê

25.07.2021