image

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro bi Parêzgarê Banka Navendî yê Iraqê Mistefa Xalib Muxîf re civiya.

Di hevdîtinê de, guftûgo li ser hevahengî û hevkariya di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî de di warê rêkxistina sektora bankê û rêgirtina li sipîkirina pereyan û bikaranîna xerap a pereyan ji bo karên ne yasayî û piştevaniya terorê hate kirin.

Parêzgarê Banka Navendî ya Iraqê diyar kir, Banka Navendî serederiyê bi Liqa Herêma Kurdistanê ya Banka Navendî ya Iraqê re dike ku bingeha Hewlêrê ye, wek aliyekî fermî yê pêwendîdar û taybet di serperiştîkirina karûbarên bankî li Herêmê de.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tevî nîşandana amadehiya her hevkarî û hevahengiyekî bi Banka Navendî re destnîşan kir, rêkxistina sîstema bankî dikare bibe bingeheke girîng û bihêz ji bo pêşxistina jêrxaneya aborî û pêşxistina proseya werberhênanê û bidestanîna baweriya bank û dezgehên darayî yên navdewletî.