.jpg)
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê li taxa Eynkawa tevlî taziya kesên ku li navça Hemdaniya Mûsilê jiyana xwe ji dest dabûn, bû. Barzanî berya here taziyê li nexweşxana desteka ewilî ya Hewlêrê seredana birîndarên Hemdaniyê kir.
Bi serokwezîr Barzanî re serokê weqfan û diyanetê Piştiwan Sadiq, cîgirê serokê parlementoya Kurdistanê Hemin Hewrami, serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê Fevzi Harîrî, rêvebirên hukumetê û kesayetiyên olî hebûn.
Di 26 ê Êlûnê de li, bajarê Mûsliê li navça Hemdaniyê di salona dawetê de şewat derketibû,107 kes jiyana xwe dabûn û 200 kes birîndar bûbûn.
Li Herêma Kurdistanê û li Iraqê bi sedema vê afatê 3 roj şîn hatibû ragihandin.