
PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî da xuyakirin, ku ji destpêka damezirandina dewleta Iraqê ve doza Kurdî hebûye û niha ew ji bo çareseriyê kar dikin.
Adil Ebdulmehdî dema li Bexdayê ji çend medyayên wî welatî re axivî ku ew welatiyên Kurd ji welatiyên din ên Iraqê cuda nake, û ew giringiyê dide çareseriyê.
Ebdulmehdî di vê barê de got, “Ne mumkin e, ez Kurdan cuda bibînim ji kesên din, tevahiya iraqiyan iraqî ne, lê tayetmendiua her dosyeyekê heye, heger em behsa Êzidiyan bikin, di rewşeke diyarkirî de xwedî giringiyeke diyarkirî bûn, divê em xizmeta vê doseyê bikin, ew jî li gor taybetmendiya wê.”
Serokwezîrê Iraqê herwiha diyar kir, ji destpêka damezrandina dewleta Iraqê ve Doza Kurdî li wî welatî hebûye û ew doz ne girêdayî mijarên weke bûdceyê yan petrolê, yan her pirsgirêkeke din e.
Ebdulmehdî da xuyakirin, ew hewla çareseriya Doza Kurdî li Iraqê dide û got: “Doza Kurdî dozeke ku ji destpêka avakirina dewleta Iraqê û heya roja îro heye, berî van hikûmet û rejîman, di dema paşayetiyê de, di dema Bekir Sidîq de, doza Kurdî hebû, têkiliyia wê ne bi bûdceyê û ne jî bi neftê hebû, dozeke Kurdî hebû, gelo emê jî alîkariyê bikin ji bo çareserkirina vê pirsê, yan em alîkariyê nakin, lewra ev ximzeteke ji Iraqê re, ku wekhev hebe û em alîkar bin di çareserkirina tevahiay pirsgirêkan de.”
Serokwezîrê Iraqê herweha destnîşan kir, ku ew bi çavekî li kêşeyên pêkhateyên li Iraqê mêze dikin û diyar kir: “Îro dema ku tiştek bi ser Şebek, Sabîe, Turkmen, Ereb, Sune û Şîe de tê, em hewl didin çareseiyê bibînin, û em li ser çend dosyeyên giring nasekinin, lê em tevahiya wan bi rêya vê doseyê re dibînin, ku divê ew di cihê xwe yê rast de be, daku dosyeyên din bêne çareserkirin.”