image

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya es-Sudani, tevlî bernama bi navê ‘Bestun Talk’ ya Rûdawê bû û di bernamê de behsa bûyera Soranê ya ku di şewatê de 14 kes can dabûn kir. Sûdanî got:

“Bi sedema li Soranê di avahiya ku xwendevan û mamoste tê de diman agir pêketibû, bi sedema encama bûyerê em ji xelkê me yê Herêma Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Kesên di bûyerê de jiyana xwe dane ji wan re ji Xwedê rehmetê dixwazin û ji bo birîndaran jî şîfayê dixwazin.”

Do, li navça Soran a bi ser bajarê Hewlerê, agir bi avahiya ku xwendekar û mamoste tê de diman ketibû û 14 kes jiyana xwe ji dest dabûn û 7 kes jî birîndar bûbûn.

Li gor ragihandina rêvebiriya Soranê; kesên jiyana xwe dabûn 6 ji wan hemwelatiyên Iraqê, 3 kes yên Rojava û Sûriyê, 3 kes ji Rojhilatê Kurdistanê û 2 kes jî hemwelatiyên Herêma Kurdistanê bûn.