image

PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûrî (SOHR) li ser êrîşa asmanî ya artêşa Tirkiyê bi ser Rojavayê Kurdistanê de ragihand ku 9 şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD û 6 leşkerên Sûrî hatine kuştin.

SOHRê herwiha da zanîn ku di encama êrîşên balafirên şer ên Tirkiyê de, 30 kes jî birîndar bûne.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûrî (SOHR) ragihandiye ku di bombebaranê de binkeyên hêzên HSDê yên Heleb û Hesekê û yên artêşa Sûriyê li Reqa û Hesekê hatine hedefgirtin û herî kêm 6 endamên HSDê û 6 leşkerên Sûrî hatine kuştin.

Li aliyê din Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî derbarê êrîşê de ragihand ku wan di çarçoveya berterefkirina êrîşan û parastina sînoran de, li gorî xala 51 a Neteweyên Yekbûyî ji bo xweparastina meşrû êrîşeke asmanî li Iraq û Sûriyê pêk aniye.

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî jî derbarê êrîşê de li ser hesabê xwe yê twitterê parvekirinek kir û got, bombebarana Tirkiyê ya herêmên ewle li ser tevahiya herêmê gef e û heger şerek rû bide wê bandora wê li ser her kesî çêbibe.

Balafirên Tirkiyê çend deverên Rojava û Başûr bombebaran kir: Ji HSD, Mezlûm Ebdî û SOHRê daxuyanî…