image

PeyamaKurd – Li Parlamentoya Kurdistanê her parlamenterek li gor baweriya xwe û bi zimanê xwe sonda yasayî xwar. Tu kesî li hember yên din tu bertek nîşan neda.

Piştî ku Parlamenterên Parlamentoya Kurdistanê bi fermî eşkere bûn Yekem civîna heyama pêncan hat sazkirin.Parlamenterên Tirkmen bi Tirkmenî, parlamenterên Misilman bi dest dana ser Quranê û parlamamenterên Xristiyan ên asûrî û keldanî jî  li ser Încîlê sonda xwe ya yasayî xwarin.

Merasima sond xwarinê ya Parlamentoya Kurdistanê mînak e bo welatên cîran û qaşo yên di warê demokrasiyê de pêşketî re.