image

PeyamaKurd – Malbateke Kurd ji Rojhilatê Kurdistanê ku li Swêd penaber bûye, ji aliyê hikûmeta Swêd ve amadekariya deportkirina wan bo Îranê tê kirin ku ji yana wê malbatê di metirsiyê de ye.

Biryare Eyûp Paknehad û malbata wî ji aliyê polîs û îdareya penaberan a Swêd ve deportî Îranê bikin ku ji bo wê kampanyeyeke îmzeyan hatiye destpêkirin daku biryara deportkirinê were rawestandin û mafê penaberiyê bidin wan.

Ji bo kampanyeya îmzeyan tê xwestin; rêxistina mafên mirovan, rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên medyakar û ragihandinan, partî û aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, parlementerên Kurd ên li parlemena Swêd, azadîxwaz û mirov dostan, welatiyên Rojhilatê Kurdistanên yên li diyasporayê û bi taybet li welatê Swêd vê kampanyeyê îmze bikin û piştgiriya wê malabatê bikin.

Eyûp Paknehad xelkê bajarê Pîranşar a Rojhilatê Kurdistanê ye. Ji ber ku xebatkarê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bûye, ji ber fişara rejîma Îranê tevî malbata xwe reviyaye û çûne Swêd.

Hikûmeta Swêd piştî çend lêpirsînan daxwaza penaberiyê ya malbatê red kiriye û îhtimal e ew malbata Kurd tevî zarokên xwe were deportkirin ku metirsiya darvekirinê li ser wan heye.