image

PeyamaKurd - Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, îro duşemê (04.02.2019) li Bexdayê bi Serokê Parlamentoya Îraqê Mihemed Helbûsî re civiya.

Di civînê da gotûbêj li ser têkiliyên di navbera Hewlêr û Bexdayê, pêşhatên rewşa siyasiya Îraq û herêmî kir û di vê çarçoveyê da Talebanî bi pêwîstî zanî ku zêdetir hevahengî di navbera Hewlêr û Bexdayê da hebe û hemû pirsgirêkên hilawîstî li gor yasa û destûra Îraqê werin çareser kirin.

Qubad Talebanî, di çarçoveya serdana xwe ya Bexdayê bi Serokê Parlamentoya Îraqê Mihemed Helbûsî û serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nurî Malikî civiyan.

Talebanî destxweşî li parlamentoya Îraqê kir ku yasaya budceya giştiya Îraqê ya sala 2019an pesind kir û di berjewendiya gişt Îraqê da ye. Serokê parlamentoya Îraqê got ku parlamento lêdixebite hevsengî hebe û mafê hemû pêkhateyên Îraqê li gor yasa û destûr parastî bin. Hat diyarkirin ku Malikî û Talabanî li ser rewşa dawî ya avakirina hikûmetê axivîne.

Hêjayî gotinê ye ku Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, duhî roja yekşemê (03.02.2019) li Bexdayê, bi Serowkezîrê Îraqê Adil Ebdulmehdî re jî civiya bû.