
PeyamaKurd- Ev demeka zêdeye ku bûyera konê taziyê ya ku li Wanê li taxa Ortancayê hatibû danîn, ji ser çapemeniyê nakeve û encama wê ya xerab çêbûye. Heya niha, bi sedema danîna konê taziyê, 101 kes bi Kovid-19 ê ketine û îro yek ji wan nexweşan can da.
Ji ber ku konê taziyê bi dizî hatibû danîn, nexweşîna Kovid-19 ê ji hinekan bo xelkê dinê derbas bû bû û muxtarê taxê ji wezîfa wî hatibû girtin. Jineka ku bi sedema vê nexweşînê li nexweşxanê bû, îro ji ber wê taziyê, jiyana xwe ji dest da. Bi vê jina wefatkiriye re, jimara kesên ku bi Kovid-19 ê mirine gihaye 10 kesan.