image

Rêvebirên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê ragihandin ku piştî Kerkûk ket destê Haşdî Şa’bî, tehdîda Îraniyan ya ser partiyên Kurdistana Îranê zêdetir bûn.

Di hefteya dawiyê de, li Kurdistanê dû êrîş hatin ser pêşmergeyên Kurdistana Îranê û di encamê de 2 pêşemerge jiyana xwe ji dest dane. Pêşmergeyek jî birîndar bûye.

Ji bilî dewleta Îranê kes dijminahiya pêşmergeyên Kurdistana Îranê nake. Partiya KDPa Îranê dibêje ku piştî 16 ê cotmehê ku Kerkûk ket destê Îraniyan, desthilatdariya Îraniyan li ser Kurdistanê zêde bûye.

Ji endamên navendî yê PDK-Î yê Mihemed Nezîf Qadirî ji K24ê re ragihand ku desthilatiya Îranê li herêmê, bo partiyên Kurdistana Îranê tehdîd û zordestiye.

Li Herêma Kurdistanê ciyê ku partiyên Kurdistana rojhilat lê ne, gelek nêzî Kerkûk û Dukan in. Piştî derbeya 16 ê cotmehê jiyana partiyên rojhilat jî ketiye xeterê. Di sala 1995an de car din bi daxwaza YNKê 25 hezar pasdarên Îranê ketibûn Kurdistanê û 50 endamên KDPa Îranê hatibûn teslîmkirin bo Tehranê û radyo ya Kurdistana Îranê teslîmê Tehranê hatibû kirin.

Ew hevakarên 16 ê cotmehê yên Îraniyan, ne dûre dikarin car din tişteka weha bikin.