image

PeyamaKurd – Teleferîka tûrîstîk ya bo geştiyaran telefirîka ku li çiyayê Zava yê Duhokê projeya wê hikûmeta Kurdistanê dabû destpêkirin, ji aliyê Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve hat vekirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi amadebûna parêzgarê Duhokê Elî Teter, îro Yekşemê projeya tûrîstîkî ya telefirîka çiyayê Zava yê Duhokê vekir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di gotara xwe ya merasîma vekirinê de ragihand, “Di bernameya Hikûmetê Herêma Kurdistanê de du armancên sereke hene, yek çaksazî ye û ya din jî hemecurkirina çavkaniyên dahata aboriya Herêma Kurdistanê ye.”

Mesrûr Barzanî diyar kir, “Di hemecurkirina çavkaniyên dahata aboriya Herêma Kurdistanê de, em hemû hewl didin her tiştî bikin, da ku projeyên geştiyarî bi bernameyên din ên wek çandinî û pîşesaziyê re cibicî bikin, da ku çavkaniyên dahatê yên Kurdistanê zêdetir bibe û em neçar nebin ku tenê pişta xwe bi çavkaniyeke dahatûyê girê bidin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Li vir em spasiya hemû kompanyayên sektora taybet dikin ku bi hikûmetê re ji bo pêkanîna vê projeyê beşdar bûne. Spasiya UB Holden dikim ji bo ku ev projeya bi rêkûpêk bi cih aniye.”

Serokwezîr Barzanî destnîşan kir: “Me dest bi bernameya Çaksaziyê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye û tê de berdewam dibin. Gelek asteng tên dirustkirin ji bo Hikûmet û kabîneya nehem vê çaksaziyê bi cih neke, lê tê de berdewam dibin û bi piştevaniya we û xwedê ti kesek nikare me rawestîne.”

Di beşeke din a gotara xwe de Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi bîr xist: “Me salek nexweş bi rê kir, belavbûna nexweşiya Koronayê û daketina nirxê petrolê, aborî têk da û bandoreke xirap li ser Herêma Kurdistanê û jiyana welatiyan kir, lê cihê xwe de ye ku spasiya xelkê Duhokê bikim ku xweragir bûn û baweriya xwe bi kabîneya Hikûmetê nebirîn. Tevî ku 11 meh in Hikûmeta Iraqê budceya Herêma Kurdistanê neşandiye, lê em berdewam dibin û ji bo cibicîkirina projeyan ranawestin û li seranserî Herêma Kurdistanê projeyên me yên stratejî dê hebin.”

Mesrûr Barzanî di gotara xwe de bal kişand ser: “Hez dikim ku hûn piştrast bin, di pêşerojê de rewşa Herêma Kurdistanê û aboriya Kurdistanê  ber bi başiyê ve diçe, ji bo wê jî pêwîstiya me bi piştevanî û beşdariya we heye, çi wek welatî, sektora taybet û hikûmet.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî dawî got: “Aramiya ewlehî û siyasî giring e û bi parastina aramiya siyasî li Herêma Kurdistanê, divê aramî û asayişa Kurdistanê bê parastin û em ê ji bo vê mebestê her tiştî bikin.”

Teleferîka ku ji bo geştiyaran hatiye çêkirin, 2 hezar û 300 metre dirêjahiya wê heye û 500 metran jî ji erdê bilind e.

Ev projeya çiyayê Zava ku 7 km dûrî navenda Duhokê ye, ji du qonaxan pêk hatiye ku qonaxa yekê îro xilas bû û ya diduyan jî wê di demeke nêzîk de xilas bibe.

Herwiha bi vekirina telefirîka tûrîstîkî re bi xelkê deverê dibin xwedî kar jî.