image

PeyamaKurd – Li gorî nûçeyeke di The Syrian Observer de hatiye belavkirin, hat îdiakirin ku rejîma Şamê û Enqerê li ser li hev kiriye ku Rojavayê Kurdistanê bixin bin kontrola xwe.

Li gorî çavkaniyên malperê, herwiha rejîma Sûriyê li piştperdeyê piştevaniyê dide qutkirina ava çemê Firatê bi ser herêmê de ku Tirkie 3 meh in avê nade herêmê.

Di nûçeyê de hatiye gotin ku qutkirina ava Firatê tê wateya şerekî aborî ku ji bo Rojavayê Kurdistanê gelekî girîngiya avê heye.

Herwiha hatiye diyarkirin ku Tirkiye bi qutkirina avê bi ser herêmê de peymanên navnetewî bi awayekî eşkere binpê dike.