
PeyamaKurd – Tevî li Ûkraynayê şerê Rûsya û wan dewam dike, ji bo erdheja li Maraşê çêbû, tîmeka xwe ya ku ji 90 kesan pêktê derxist ser rê da herin ciyê erdhejê. Bi wan re alavên alîkariyê hene. Kesên ku ji Ûkraynayê diçin Tirkiyê, ji roja şerê Ûkrayna-Rûsya destpêkiriye heya niha xebata rizgarkirina kesên şer û yên di bin enqazan de mane ne dikin. Tîma Ûkrayna, girêdayê Xebata Rewşên Lezgîn yên Ûkrayna (DSNS) ne. Li ser şandina tîma Ûkraynayê ji bo Maraşê an ciyên din yên erdehejê, serokê Ûkraynayê Zelenskiy weha got:
“Ez îro bi serokê Tirkiyê Erdoğan re axifîm û ji bo trajediya ku hatiye serê Tirkiyê min jê re sersaxiyê xwest. Paşî min Erdoğan agahdar kir ku ji bo karibin bi erdhejê re serdest derên, em ê ji wan re grûbekî rizgarker û ekîpmanan bişînim Tirkiye. Wê di nêz de bigihên herêmên ku erdhej li wan çêbûye.”