image

PeyamaKurd - Arteşa Tirkiyê baregehên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên li bajarokê Tel Rifatê li başûrê Efrînê topbaran kir.

Wezareta Bergîriyê ya Tirkiyê bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir, YPG ji Tel Rifatê êrîşê hêzên Tirkî yên li Efrînê ne kiriye û wan jî bersiva YPGê dane û baregehên wê topbaran kirine.

Di derbarê vê mijarê de heta niha YPG ti daxuyanî nedaye.

Bajarokê Tel Rifatê yê Erebnişîn dora 25 K.M li başûrê Efrînê dikeve, YPGê di Sibata 2016an de ew ji destê çekdarên opozîsyonê kontrol kir.