image

PeyamaKurd- Balafirên şêrr yên Artêşa Tirkiyê, dîsa li Kurdistanê Herêma Amêdiyê bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de gelek zerara gelê herêmê çêbû.

Balafirên şêrr yên Artêşa Tirkiyê li Duhokê, li qezaya Mangeşkê ya Amêdiyê bombebaran pêk anîn. Li gorî çavkaniyên herêmî balafirên Tirkiyê gundê Osmana bombebaran kirin.

Li gorî agahiyan di encama bombebaranê de li derdora gund agir derket. Bombebaran bi qasî 40 km.yî nêzîkî bajarê Duhokê bû.

Artêşa Tirkiyê îdda dike ku li herêmê kampên PKKê hene û vê yekê dike hincet û êrîşî van herêman dike. Di encama bombebaranên Artêşa Tirkiyê de gelê herêmê gelekî zerarê dibîne.