image

PeyamaKurd – Serokê Konseya Navendî yê Yekîtiya Hekîmên Tirkiyê X(TTB) Prof. Dr. Sînan Adiyaman ji medya tirk re ragihand ku pandemiya vîrusa koronayê herî kêm heta 9 hefteyan û herî zêde jî dibe 11 hefteyên din dewam bike li Tirkiyê.

Adiyaman herwiha bal kişand ser ku tenê li Stenbolê bêhtirî hezar xebatkarên tenduristiyê bi Covid-19 ketine ku ev hejmar li Îzmîrê 111 û li Enqerê jî 100-150 kes in.

Adiyaman diyar kir ku li gorî zanyariyên wan herî kêm heta 9 hefteyan jiyan asayî dibe, lê dibe ku heta 11 hefteyan jî dewam bike.

Li gorî amarên Wezareta Tenduristiya Tirkiyê, li seranserê welat heta doh 5ê Nîsanê 30 hezar 217 tûşbûyên Covid-19 hene û 649 kesan jî can daye ku piraniya wan ji bajarê Stenbolê ne.