image

PeyamaKurd – Balyozê Amerîkayê yê li Bexdayê Matthew Tueller ji aliyê serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de hat qebûlkirin û got Amerîka destekê dide reformên wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê. Di hevdîtinê de li ser rewşa Iraqê û Herêma Kurdistanê û her weha rewşa Amerîka-Iraq-Herêma Kurdistanê axifîn.

Her dû teref di hevdîtinê de behsa êrîşên IŞİD ê, talûka terorê, hilbijartinên pêşwext yên Iraqê, dahatûya pêvajoya siyasî ya Iraqê û rola rêvebiriya nû ya Amerîkayê li Iraq û Rojhilata Navîn kirin.

Matthew Tueller ragihand ku dê Amerîka bi koalisyona navdewletî re, bi Iraqê û hevkarên herêmê re dewam bike û got ku IŞİD li Iraqê û herêmê tehdîda wê bi ciddiyet dewam dike.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku biryara Amerîkayê ya bi hêzên koalîsyonê ve, bi Iraq û hevkarên herêmê re hevkariyê bike, biryarekî zahf girînge, Herêma Kurdistanê bi Iraqê re û Herêma Kurdistanê bi Amerîka re dixwaze têkiliyên xwe bêhtir fireh bike.

Di hevdîtinê de Barzanî ragihand ku bi tevlîbûna konsolosê Amerîkayê bo merasima derçûyînê ya Zankoya Amerîkan ya Duhokê gelkî bextewere û Amerîkayê dubare gotiye bo reformên wezareta Pêşmerge û yekkirina hêzên Pêşmerge desteka Amerîkayê tam e.