image

PeyamaKurd – Bi sedema zêdebûna nexweşîna Kovid-19 ê parêzgerê Hewlêrê Umîd Xoşnaw got; eger xelk li pey tedbîran neçe û bicîh neyne, dê mecbûr bimînin qedexeya derketina derve deynin.

Parêzgerê Hewlêrê Umîd Xoşnaw vê êvarê li odeya operasyonê ya Hewlêrê civîneka çapemeniyê lidar xist. Xoşnaw ragihand ku bi sedema pandemiyê di rewşekî zor de ne. Xoşnaw di ragihandina xwe de weha got:

“Biryarên hatine sitendin bo hefteyekiye. Piştî hefteyekî dê car din em ê li rewşê meze bikin û biryarên nûh bidin. Em ê binêrin eger rewş ber bi xerabûnê diçe û xelk tedbîran bicîh nayne, em ê qedexeya derketina derve ragihînin.”