image

PeyamaKurd - Welatê Urdinê çend roj berê di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de, ji bo çareserkirina bi rêya siyasî ya krîza Sûriyê û hêsanîkirina dîyaloga rejîma Sûriyê ya ligel HSDê çend pêşniyar li civaka navdewletî kirin.

Li gorî zanyariyan di wan pêşniyaran de, li gorî biryara NY ya jimara 2254 çareserkirina krîza Sûriyê tê xwestin û derbarê dîyaloga rejîma Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD de jî pêşniyar hatin kirin.

Urdinê diyar kiriye ku ji bo girtiyên DAIŞê yên li Kampa Holê pêwîstî bi danûstandina hikûmeta Şamê û HSDê heye û divê hikûmeta Sûriyê jî hinek gavan bavêje.

Herwiha ji bo çareserkirina pirsgirêkên ewlehiyê yên di navbera rejîma Sûriyê û HSDê de, ji bo her du alî li hev bikin gavên hêsanîkirina dîyalogê bêne avêtin û ji bo vekişîna Amerîkayê ji Baregeha Al Tanfê jî bi HSDê re li hev bikin.

Ji rejîma Sûriyê jî hatiye xwestin, ji bo vegerandina penaberan bo welat bi awayekî dilxwazî gavan bavêje û rê xweş bike.