image

PeyamaKurd – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî ku di hilibijartinan de bi ser ket û çendîn şaredarî ji destê qeyûmên AKPyî derxistin û qeyûm bi paşde vegerandin, niha bîlançoya qeyûman eşkere dike.

Şaredarên nû yên HDPyî hewil didin deyn, xisar û guherînên fizîkî yên qeyûmên AKPyî tesbît bikin.

Qeyûman li Mêrdînê û Colemêrgê deynên astronomîk hiştin. Li Amedê piştî odeya luks a meqamî, niha jî derket holêsalona şanoyê zirar dîtiye. Hevşaredarê Geverê Îrfan Sari jî eşkere kir ku deynê şaredariyê 680 milyon TL ye. Sari, “Em dê paşê deynên qeyûm bi afîşekê li gelek deveran daleqînin.”

‘ŞAREDARIYA AMEDÊ’

Qeyûmê Amedê Cumali Atilla bi odeya luks a meqam û serşokê hatibû rojevê. Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Selçuk Mizrakli dîmenên şano û midûriyeta çanda yê berê bi rayagiştî re par ve kir. Di dîmenan de tê xuyakirin ku midûriyeta çandê ya berê bi komputerên xurde dagirtî ye. Di wan dîmenan de herwha tê xuyakirin ku tawana hola şanoyê zirar dîtiye û ronahiyên ser dikê jî hatine jêkirin.

‘ŞAREDARIYA MÊRDÎNÊ’

Yek ji şaredariyên ku bi deynên xwe hatibû rojevê jî Mêrdîn e. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê, Ahmet Turk di civîna ewil a meclisa şaredariyê de ragihandibû ku qeyûm şaredarî kiriye bin milyarek û 26 milyon lîre yî. Ahmet Turk got dema li şûna wî qeyûm hatibû wezîfedarkirin di qaseya şaredariyê de 95 milyon TL û 63 milyon TL deyn hebûn.

‘ŞAREDARIYA COLEMÊRGÊ’

Hevşaredarê navçeya Gevera Colemêrgê Îrfan Sari eşkere kir ku deynê şaredariyê 680 milyon TL ye. Sari, “Em dê paşê deynê qeyûm bi afîşekê lig elek deveran daleqînin.”

‘ŞAREDARIYA QERSÊ’

Hevşaredarê Qersê, Ayhan Bilgen da xuyakirin wan daxwaza teftîşa darayî kiriye. Bilgen da zanîn ku ji çar saziyan alîkarî xwstine. Bilgen, “Me ji defterdariyê lêpirsîna darayî xwest, ji bilî wê me xwest ku odeya şêwirmendên darayî, û ji odeya bazirganiyê jî di warê pîşeyî û hesabgêriyê de piştgirî û tevkariya me bikin.”