image

PeyamaKurd- Hat ragihandin ku waliyê Kerkûkê yê ku ji aliyê Bexdayê ve hatiye tayînkirin, biryar daye ku 6 gundên Kurdan bi darê zorê vala bike. Serokê Komîsyona Mafên Mirovan yê Meclîsa Bajarê Kerkûkê Ciwan Hesen got ku ji bo ku van 6 gundan xira bikin, biryar hatiye standin.

Ciwan Hesen got ku waliyê Kerkûkê yê ku ji aliyê Bexdayê ve hatiye tayînkirin Rekan Ciburî, bi hinceta ewlehiya rafîneya neftê dixwaze van gundan xira bike. Lê ya rastî dixwazin ku herêmê ji Kurdan paqij bikin û Ereban tê de bi cih bikin. Niyeta wan ew e ku Kerkûkê bikin bajarê Ereban.