
PeyamaKurd - Li bajarê Wanê navçeya Bêgirî (Muradiye) ya Bakurê Kurdistanê minîbusa ku bi dehan penaber tê de di bûyereke trafîkê de wergeriya.
Hat zanîn di qezayê de penaberekî can daye, 22 penaberên Afganî û 20 penaberên Pakistanî jî birîndar bûne.
Li gorî zanyariyan qeza li nêzîkî gundê Anzarê yê li ser navçeya Bêgiriyê rû daye û mînîbusa ku penaber tê de bûn wergeriya.
Di bûyera ku derengiya şevê çêbûye de, tîmên agirvemirandinê, cenderme û ambulans bo cihê qezayê hatine şandin û birîndar bo nexweşxaneyan hatine veguhestin.
42 kesên ku birîndar bûn, bo nexweşxaneyên Erdîş, Bêgiriyê û Wanê hatin veguhestin û birîndarekî qezayê jî li nexweşxaneya Begiriyê jiyana xwe ji dest da.